Xanêya (Ana) jina Hemîdê Elî (Hamit Öner) di sala 1987 an de diçe ber heqiya xwe.
Xanê, ji mala Emo Sano ye (Ömer Kaya) Mala Emo û Sano jî kurapên Qaziyiyan in û van salên dawiyê de ji Qazî koçî Keşîş dikin.
Sala 1987 an de Xanê dimire, Eloyê Hecî Îsmaîl çend kesên din ve merzelê wê vedidin, kûpek dertê. Wexta ku dibînin ku kûp hate kifşê, kî ku ber bi wan tê, hinekan dişînin bêran, hinekan dişînin tevaran, sewa ew kûp nebînin. Wusa kî tê dişînin, heta vedidin û kûp derdixin. Kûp derdixin, kî ku li wir bûye tevayî kûp vedişêrin, heta mirî defin bikin. Mirî defin dikin tên, devê kûp vedikin dinêrin di kûp de xweliyeke mîna zêran zer heye. Xweliyê dirêjin û kûp jî dişkînin û davêjin.
Mijara din jî dîsa di derbarê zêran de ye û ew jî ji devê Eloyê Hecî Îsmaîl hatiye wergirtin.
Çerçiyek tê Qazî, bi Eloyê Hecî Îsmaîl re dibe nas û dikevine nava gengeşiyan. Elo ser hev pesnê xwe dide, dibêje "Kî/ê were Qazî, xebera min çêdibe. Li Qazî mêşek jî bifire ez dizanim."
Wusa çerçî çend caran diçe Qazî, gund baş baş nasdike. Rojekê ew çerçiya diçe Îranê, ji xwe re kel melan bistîne, sewa bifiroşe, li wê derê Filekî kal yê Kurmancî zane re hevudu nas dikin. File dibêje:
- Tu çerçî bî, dibê tu her gundî nas bikî.
Çerçî dibêje:
- Erê tu kîjan gundî dipirsî, bipirse.
Filê kal dibêje:
- Qazî.
Çerçî dibêje:
- Ez zef baş nasdikim.
Em bêjin sewa kel melan çerçî re du hezar dolar lazim e, File digire deh hezar dolarî dide çerçî, dibêje:
- Here kel melên xwe bistîne û were.
Çerçî diçe eşyayên xwe distîne, xwe bi xwe re dibêje "hema ez vî perî hilnedim nerevim?" Paşê dîsa dibêje ya baş ew e ku ez herim cem File.
Filê kal dibêjê:
- Tê min bibî Qazî, ezê li wê derê merzelê bavê xwe û kalikê xwe bibînim. Ezê dîsa pera bidime te.
Çerçî, File hildide têne Kurdistana Bakur. Çend rojan li navenda Agiriyê dibînin, şevekê bi dizîka ve diçine Qazî. Herdik bi hev re derdikevine ser pala Mizgeftê, File valî gav dike, valî gav dike, walî dipîve, walî dipîve, paşê li cihekî cok vedide û digirî. Çerçî dibêje:
- Çibû tu çima digirî?
File dibêje:
- Aha li vê derê merzelê bavê min hebû, kêlekê wî jî kevirekî reş bû, wunda bûye.
Paşê herdu bi hev re diçine ser pala Xaça. Dîsa File dest pê dike, bi gavan ve bi nexşeyan ve dipivî. Dîsa walî û valî diçe û tê, dawiyê de digirî. Çerçî dibêje:
- Vê carê çibû?
File dibêje:
- Li vê derê jî merzelê kalikê min hebû, kêlikê wî jî reş bû, ew jî wunda bûye.
Wusa çerçî û File bi destevala ji Qazî vedigerin, li nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) File hinek pere dîsa dide çerçî, çerçî dibêje:
- Dev ji pera berde, tu xêra miriyên xwe bikî rast bêje, rastiya meselê çibû?
File dibêje:
- Herdu kevirê reş jî rastbûn, lê merzel ne rast bûn. Herdu kevirekê ku me nedît tijî zêrbûn, ew dîtine û birine.
Rojekê çerçî diçe Qazî û ji Elo re dibêje:
- Ka te digot di Qazî de çi bibe ez dizanim, ka te digot çivîkek jî bifire ez hîn didim?
Elo dibêje:
- Çima çibû, çima tu wusa dibêjî?
Çerçî yeku yek her tiştî ji wî re dibêje.
Min bi xwe nedîtiye lê, dibêjin kevirekî reş di dîwarê tewleya Resêyê Evkerîm de ye. Kevir bi xwe jî keştiye. De êdî kî dîtibe, kevir keştandiye û zêrên tê de derxistiye. Kevirê din hê nehatiye dîtin.
23.08.2016
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder