25 Ağustos 2016 Perşembe

Çêkirina teleyan

Her çiqasî îro ez kuştin û seqet hiştina heywanan erê nekim jî, ez dê qala teleyên me yên biçûktiyê bikim. Sedema wê; ez bawerim ku ev telaya ku me bi mûyên doçika hespan ve çêdikir, mîrateya bav û kalan e. Bi gotineke din; ez bawer dikim ku di nava me kurdan de dîroka vê teleyê pir kevn e. Lewma min li jorê got ez erê nekim jî ez dê qala wê bikim.


Dema em biçûkbûn zivistanan me ji bo girtina çivîk û kewan tele çêdikir.

Wê demê misîne nedihate dîtin. Me pêşiyê ji doçika (poçik) hespê hin mû hildidan, paşê me ew mûyan wek guliyên poran dirêsand, paşê me ew helboqe dikir û davîte bendekî dirêj. Orta her seriyê bendê dirêj de herî kêm pênc-şeş mûyên rêsandî û helboqekirî hebûn.

Piştî ku me mû dirêsandin û bendê dirêj ve girêdida û her tişt xelas dibû, me du heb pizmarên mezin yên riya trênê didît, her du serî bi du pizmaran ve girêdida. Piştî çêkirina teleyê xelas dibû, me vê carê berê xwe dida dirûngeyên pêz.

Em diçûn me herdu pizmar erdê de diçikand, ser teleyê bi kayê ve digirt (sewa kew û çivîk teleyê nebînin), hinek genim an qût davîte ser teleyê û dûr diketin xwe li cihekî diteland.

Qasekê disekinî hêdî hêdî kew li ser teleyê diciviyan, genim an qûtê xwe dixwarin, walî û valî diçûn û dihatin, nişka ve tele dikete piyê wan. Çawa ku tele dikete piye kewekî yan çend kewan, yên din giş bi hev re hewl didan birevin. Çawa ku kewan hewl didan birevin, kewên ku piyên wan ketine teleyan jî dixwestin birevin. Dema ku wan hewl dida birevin, teleya di piyê wan de zêdetir dişidiya. Paşê xwediyê teleyê diçû kewa xwe di teleyê de hildide û dîsa teleya xwe saz dikir.

Wer hasilê kurd miletekî zor aqil e. Di her şert û mercî de piya ma ye.

26.08.2016
Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder