23 Ağustos 2016 Salı

Qarapapax û Terekme çawa û kengê têne herêmê?

Piştî sala 1930'î de Serhildana Agiriyê têk diçe, dewleta Tirk biryarê digire ku Terekme, Qarapapax û Azeriyan li Kurdistana bakur bicih bike. Armanc ew e ku pêşiya dewleta Kurdistanê bigire û Kurdan di nav gelên Tirkîaxêv de bihelîne.


Piştî wê biryarê, beş bi beş ji Asyayê miletên tirkîaxêv tînin li Kurdistana bakur, taybetî jî li herêma Serhedê bicih dikin.

Çawa ku Îbrahîm Talî Bey piştî serhildana Agiriyê dibe waliyê Kurdistana bakur, Rifet Begê ji gundê Golesorê jî bi fermî nebe jî dibe waliyê Agiriyê. Çiqas Terekme, Qarapapax û Azerî têne Agiriyê, Rifet Begê Golesorê wan li gundên herî xweş bicîh dike. Qefle bi qefle, beş bi beş çiqas miletên Tirkîaxêv tên, Rifet Beg wan li gundên Kurdan yên herî xweş cîh dike. Hûn bala xwe bidinê; gundên Bazîdê û Giyadînê Terekme, Qarapapax û Azerî tunenin. Ji ber ku gundên van herdu navçeyan, ji çandiniyê re dest nadin.

Terekme û Qarapapaxên hatine gundê me jî bi destê Rifet Begê ve hatine. Piştî ku wan tînin Qazî, piraniya erdên herî xweş li ser wan tapî dikin. Roja îroyîn jî piraniya nava gund li ser Terekme û Qarapapaxan tapîkirîne.

Mala Balaysê, mala Elîxan û mala Ahmedê Devecî sê malên herî dewlemend (dewletî) yên Terekme û Qarapapaxan bûne. Bi tevî van hersê malbatan, gelek malbatên din yên Terekme û Qarapapaxan tînin Qazî. Lê xwedê xwadakî heq e ku, piraniya wan yan ji gund koç dikin, yan jî di nav Kurdan de dibin Kurd.

Ahmedê Devecî piştî salên dirêj biryarê digire ku ji Qazî koç bike (yan diçe gundê Amadê yan jî Kor Newrozê). Wexta ku yê ji Qazî koç bikin, hespa wî wunda dibe. Diçe ji Hesoyê Kurika re dibêje:
- Te hespa min veşartiye, ka hespa min?

Heso dibêje:
- Ez çi dizanim hespa te li kuderê ye, here Çayîra Çelê binêre. Ku te nedît jî emê yan hespa te bibînin, yan jî perê wê bidine te.

Heso dike û nake, nikare xwe ji Ahmedê Devecî xelas bike. Yeke wî, yeke wî, Hesoyê Kurika lêdixe Ahmedê Devecî dikuje.

Piştî ku Hesoyê Kurika wusa Ahmedê Devecî dikuje, dewlet şahidên bûyerê digere. Hin gundiyên me dibêjin "bila Mele Evrehmanê Kurika bibe şahid".

Rayedarên dewletê dibêjin "ew kurapên hev in, yê çawa li ser kurapê xwe şahideyê bide?"

Gundî dibêjin:
"Mele Evrehman sond bidin xwarin, ew dînê xwe ne bi dewletê dide û ne jî kurapan."
                                           [ Mele Evrehman (Eroğlu) ]

Mele Evrehman tînin û jê dipirsin:
- Tu dînê xwe, qurana xwe û îmana xwe kî Ahmedê Devecî kuşt?

Mele Evrehman dibêje:
- Hûn çima min bi dînê min didin sondê? Hesoyê kurapê min kuşt.

Heso çend salan digirin, paşê dixeyîde dibêje "Mele Evrehmen li ser şahidî kir", mala xwe hildide û bar dikin diçin.

24.08.2016
Nîhat Öner

1 yorum:

  1. Mansır da Birka köyünden gelip, Usıvê Gırdo nun evini 80 kuruşa alıyor.

    YanıtlaSil