28 Ağustos 2016 Pazar

Li gundê me birîna çixê (Vîdeo)

Li gundê me Qazî, birîna çixê gelekî bi nav û deng e. Dema zaroktiya me de, xortên gund biharan çend caran diciviyan û diçûn çix dibirîn.


Di serî de divê ev vê bînim ziman; gundiyên me dibêjin "çix", lê çix ji çiq'ê tê. Ji ber ku ji ber birîna du çiqa çiqekê gotine "çiq". Çiq jî bi demê re bûye çix.

 Min di piçûktiya xwe de gelek caran di birîna çixan de alîkariya mezinan kiriye lê, min hîç şene (dirgan) hilnedaye destê xwe û masî negirtine. Herî kêm bîst sal bû ez qe nebûm şahidê birîna çixan. Jixwe ji ber kêmbûna masiyan û li gund nemayîna xortan, êdî çix zêde nayê birîn.

Çix çawa tê birîn?

Em bêjin du çiqên çêm hene, pêşiya çiqekî bi çîman ve digirin û avê ser çiqê tenê re berdidin. Armanc, ava çiqê din kêm kirin û masiyên ku nikaribin birevin bi şeneyan ve girtin.

Salên zaroktiya me de masî pirbûn; dema çix dihate girtin, av çiqekî kêm dibû û wusa dibû ku masî li ser pişta hev re derbas dibûn. Lê mixabm ku van salên dawiyê him ava çemê Mûradê û him jî masiyên di çêm (hin cure wunda bûne) pir kêm bûne.

Ez îro çûme gund û bûne şahidê birîna çixekê. Min xwest ku bi şopînerên Gundê Qazî re parve bikim.

29.08.2016






N.Ö



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder