24 Ağustos 2016 Çarşamba

Dema Ûris tê Qazî çi diqewime?

Dema mirov di pirtûkên tirkan de dîrokê dixwîne, mirov dibêje 'Ûris zilamkar bûye, zilm û zordarî li gel kiriye' Lê dema mirov guh dide mezinan, mirov dibîne ku dîroka ku tirkan nivîsî ye bi serdanpê tev derew e.

Hecî Emerê Mihoyê Sofî Silo (Akdenîz), bi tena serê xwe dîrokek bû. Ew î dizanibû dê kengê baran an berfê bibire, dizanibû êvar çiqas ma ye, nîvro çiqas maye, serê sibê çiqas maye. Hesabên xwe giş bi stêrkan, ba û ewran ve dikir.

 Hecî Emer çiqasî tiştên sirûştî û xwezayî dizanibû, ewqasî di derbarê dîrokê de xwedan agahî bû. Ne ji dev û doran bihîstîbû, ew bi xwe bûbû şahidê gelek tiştan. Hecî Emer baş tê bîra min, ew û Hemîdê (Öner) apê me kur xaltiyên hevudu bûn. Diya Hecî Emer û diya Hemîdê Elî, xwîşkên hevbûn û dayîkên wan ji malbata Kurikan (Eroğlu) bûn. Diya Hemîdê Elî Hefsê û diya Hecî Emer Cehar ve qîzên Xidoyê Kurika bûn.

Meta min Nayme, bûka Hecî Emer e. Ez zarokbûm, dema Hecî Emer li ber nezra rih bû, dê êdî rihê xwe teslîmî rihistîn bikira, gotibû "Gazî Helîma bûka Hecî Ûsiv bikin, bila bê û heqê xwe li min helal bike." Ez bawerim Hecî Emer gelekî nanê ji destê diya min xwaribû, lewma gazî kiribû. Hatin diya min re gotin "Hecî Emer dimire, dibêje bila bê heqê xwe li min helal bike", ez jî bi diya xwe re çûm. Di destekî min de bacaneke sor (tametêz) destê min ê din jî di destê diya min de, em çûne mala Hecî Emer. Hecî Emer di xaniyê qere taxim de di nava cî û nivînan de bû. Êdî pir bê hal bû, dengê wî baş dernediket, diya min guhê xwe ber bi wî kir, Hecî Emer got "Helîme diya min, heqê xwe min helal bike." Diya min jî jê helal kir.

Em werin mijara nivîsê;

Hecî Emer bûbû şahidê hatina artêşa Ûris a gundê me. Wekî Heciyê Cindî jî pirtûka xwe ya bi navê Hewarî de dibêje, Hecî Emer jî digot "Ûris rehm bû, zilm li kesî nedikir."

Hecî Emer digot dema Ûris hate gundê me, hatin li Çavkaniyan danîn û neketine nava gund û nava jin û zarokan. Dema ji boy hespên wan ka, yan ji boy wan nan û av an tiştekî din lazim bûye, digot komandarê (fermandar) Ûris dihate nava gund, ka ji yekî distend û digot:
- Heqê ka te çî ye?

Em bêjin wî çaxî pênc panot bû, gundî digot:
- Pênc panot e.

Pênc panotê te dida, sepeta (zembîl) kayê hildida û diçû. Wekî din êdî nan bûya, çi bûya, bi heqê xwe ve dibirin.

Digot dema Ûris dihat, aliyekî de riya reş (riya asfalt) çêdikir, aliyekî de jî riya maşînê (riya trênê) çêdikir û dihat.

A gotinên Hecî Emerê rehmetî aha bûn. Mijar bi riya maşînê vebû, Hîkmet Eroğlu yê Kurika jî ji devê bav kalê xwe wuha qala serpêhatiya bavê Mahirê gundê Sofyanê dikir;

Digot: "Wexta Ûris hatiye, him riya şoşê û him jî riya trênê çêkiriye. Ji boy trênê jî li hindera gundê Golesorê pireyekê çêdikin. Di çêkirina wê pireyê de jî Kurdên herêmê dide xebatê. Yek ji wan jî bavê Mahir yê ji gundê Sofyanê ye. Ew pireyê çêdikin û xelas dikin, nêzîka ku trênê bê serleşkerê Ûris xebatkarên pireyê re dibêje:
- Têkevine binê pireyê.

Ew dikevine binê pireyê, trên tê derbas dibe diçe, serleşker dibêje:
- Heger we xayîntî bikira pire rind çênekira, wexta trên derbas bû, pireyê li ser we de tep bûya. Lê we baş çêkiriye ku tep nebû. De hûn serbest in".

Paşê Ûris şûn ve vedikişe, dewleta Tirk jî tê wan riyan bi gel dide xerakirinê.

25.08.2016
Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder