Mezinên me kurdan, tiştên bi xêr û bê xêr bawer dikin, destên bi xêr û bê xêr bawer dikin. Dibêjin "tişt heye xêr e, tişt heye bê xêr e, dest heye xêr e dest heye bê xêr e."
Dema Nizamedînê (Akdenîz) zavê me di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, zeviyên wî giş li erdê man. Sê çar malbat bi trektorên xwe ve çûn alîkariya wan. Ji mala me jî gorbihiştê me yê bê miraz Mihemed bi trektora me ve çû. Kurd ji boy mirinê dibêjin "hespê nêr e, ber derê herkesî ye."
Vê carê kurapê min Mihemed çû ser heqiya xwe, zevî meviyên me li erdê man. Çend malên xizmê me, bi trektorên xwe ve hatine alîkariya me. Yek ji wan jî xwarziyê me (kurê rehmetiyê Nizamedîn) Emrah bû.
Zeviya ku em tê de dixebitîn, zeviya yekî gundê Mengeser bû ku kurapê min Ahmet îsal riyê wê kirê kiribû. Di zeviyê de tiştek hate bîra me; sala ku Nizamedînê zavê me di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, wê salê ew î riyê vê zeviyê kirê kiribû û Mihemedê kurapê min hatibû vê zeviyê de xebitîbû. Îsal jî heman zevî me girtibû, Mihemedê çû ber emrê xwedê û vê carê jî Emrah hatibû alîkariya me dikir.
Min apê xwe yê Mistefa re qala vê rasthatinê (tesadûf) kir, wî got:
"Kalikê min Mihemed konekî mîrate (xwedî mirî) dikire, kalikê min miraz lê nake, piştî ku kalikê min dimire, ew î konî difiroşin, ew ê dikire jî miraz lê nake."
Mezin dibêjin xwe re biceribînin; her dest, her tişt, her rê meriva re xêr nînin. Hinekan re xêr n, hinekan re bê xêr. Biceribînin, we ku dît xêr jê nayê jê dûr bikevin.
Dibe ku hinek ji vê nivîsê tştekî dernexin, dibe ku hinek jî gelek tiştan derxin. Li gor mirovan diguhere.
26.08.2016
Nîhat Öner
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder