26 Ağustos 2016 Cuma

Şehîdê li gundê me yê bênav

60-70 sal beriya vê Mele Evrehmanê Kurika (Eroğlu) tê dinêre ku li ser şehîd ronahiyek vêdikeve û dev û dora wê jî bûk zavayek hene. Mele Evrehman çawa ku wan tiştan dibîne, tavilê diçe nava birê xwe de beranekî tîne û li ser şehîd wek qurban şerjê dike. Piştî wê jî êdî bihar, payîz û zivistan  her roja înê diçe ser şehîd quranê dixwîne û duayan dike.


Şehîdê li gundê me, li ber derê mala Apê Hecî Elmecît (Aslan), li pişt mala Hecî Ûsiv (Öner) li ber devê rê ye. Gundiyên me tev dibêjin "şehîd", lê kes nizane ev şehîda/n kî/ê ne, kengê û çawa jiyana xwe ji dest dane. Tenê gundiyên me tiştekî bawer in; yên li vê derê de misilman in û bi rastî jî kerametên wan hene (ezê li jêrê qala wan bikim). Serê şehîd mîna yê misilmanan li rojava, piyê wî/ê jî rojhilat dinêre. Li ser kevirên dev û dorê nivîs tunenin.

Nayê bîra min, lê diya min tim behs dike; demekê mala Apê Elmecît vê derê vedide, tê de cinyazê mêr û jinikê derdikeve. Diya min digot "Min xwe bi çavê xwe ve dît mêr û jinik bûn, porê jinikê mîna zêr dibiriqî". Sala ku ew wusa wê derê vedidin, tev dibin bayî û dikevine nava cî û nivînan. Dikevine halekî wusa ku, axîn û azara wan dev û dorê giştî tê bihîstin. Zûtirê ser şehîd digirin û êdî têkil nabinê.

Dema ew wusa wê derê vedidin, diya min xewnekê dibîne. Digot "Min xewnek dît, jinên bi dêrê û kofî li ser şehîd wêle wêl dikirin û digiriyan. Di nava wan de jineke pîr, dêrekî spî lê, kofiyek li serî digot 'ciyek tune em herinê, emê bi kude herin?'. Me jî wê salê çend kevirên mezin dabûn kêleka odê sewa wesayîtên li ber malê re diçin, xwe li dîwarê me nexin. Ew jinika ku wusa digot 'emê bi kude herin, hat kete binê wan keviran û wunda bû."

Em werin mijara kerametan; Gundê me de gelek însan hene ku destê wan de, milê wan de, ser çavê wan de yan ciyên wan yên din de  nîşanên sor hene. Dibêjin; dema jineke ducanî li ber şehîd re derbas bibe û destê xwe bide kudera xwe, wê dera zaroka wê de nîşan çêdibe. Lê bi zanetî na; divê aqilê wê de ev tiştan tunebin. Em bêjin jinik were ser şehîd û bêje "ez destê xwe bidime pêçiya xwe bila pêçiya zaroka min de nîşan hebe" wusa nabe, divê aqilê wê de nîşan tunebe. Ango jineke ducanî bi dilê xwe yê sax ji wir re derbas bibe û bi nezanî destê xwe bide cihekî xwe, ew dera zaroka wê de nîşan çêdibe.

Vê derê de ez dixwazim du mînakan bidim; amojneke min heye, tim zendê milê xwe dixurîne. Niha zenda qîzeke wê de nîşana sor heye. Tê bawerkirin ku wexta ew qîza wê di hemla wê de bûye, ji wir re derbas bûye û dîsa zendê milê xwe xurandiye. Wekî din jinike xizma me heye ku tim kefa destê xwe li riyê xwe dide, alîkî sûretê kurekî wê nîşana sor e.

Kerametên din;

Wexta em zarokbûn, jinên gundê me kudera wan biêşiya, dihatine ser şehîd, piçek xweliya wê dixwarin, hinek pere didane ser şehîd (hinekên din dihatin ew pere wek xêr hildidan) û pişta xwe yan jî kudera wan biêşiya dikutane şehîd. Qasekê şûn de êşa wan derbas dibû û radibûn diçûn.

Serpêhatiya min a di derbarê şehîd de;

Dema ez biçûkbûm, min tim xewnek didît; xewnê de ez ji mala Apê Xalto (Fîdan) dihatim (mal dikeve rojhilatê şehîd), pişîkeke reş dida dû min. Pişîk pir mezin û pir tirsehêz bû. Çawa ku pişîkê dida dû min, ez ber bi mala me direviyam. Ez pir bi lez û bez direviyam lê, ez pêş de nediçûm. Tim di ciyê xwe de direviyam. Min dikir û nedikir, nikaribim pêş de herim. Wusa pişîk nêzîkî min dibû ku min bigire, ez bi wê tirsê ve diqêriyam û şiyar dibûm. Çend caran jî heman xewn lê vê carê kûçikê mala Apê Miheme (Aslan) dida dû min. Ew kûçika wusa pîr bu ku, nedihate bîra kesî ku mala Apê Miheme kûçik kengê anîbû. Min di biçûktiya xwe de ev xewna herî kêm pêncî carî dît. Êdî ew xewn çibû, min çima hemasa heman xewn didît? nizanim. Min îro birayê xwe yê biçûk Nîmet re qala vê xewna xwe kir, wî got "min jî di biçûktiya xwe de tim ew xewna didît". Tiştê balkêş; me herdu bira (dibe ku xwîşk û birayên me yên din jî dîtibin), heman xewn dîtiye lê, me çima wî çaxî ji hev re qala vê xewna xwe nekiriye? Ez bawerim em herdik jî tirsiyane.

Dev û dora şehîd çima û çawa hate çêkirin?

Rojekê meta Felek a jina Apê Elmecît, haşa ji xwendevan bi dilê xwe yê sax, tîne rêxa dewaran dirêje kêleka şehîd. Êvara wê rojê, kalekî rûdan spî dikeve xewna wê û dibêje: "tu sibê wê rêxê ji vê derê ranekî, ezê her çavên te derxim". Çawa ku sibe li ser wan de zelal dibe, diçin wê rêxê hildidin û çend roj piştî wê jî dev û dora şehîd çêdikin.

Ez bawer dikim ku berê, beriya ku pêşiyên me hin nehatine vî gundî, dev û dora vî şehîdî goristan bûye. Dîsa di biçûktiya me de rojekê mala Apê Elmecît ji boy ku avdestxaneyekê çêkin, cihekî  40-50 mêtre dûrî şehîd vedan. Wan ku  çiqas vedidan, ewqasî hestiyên meriva derdiketin.

Dîsa mala me ya gund de (mala me li pêş şehîd e), xaniyekî me hebû, me jê re digot 'Xaniyê malê'. Xêncî Heciyê kalikê min, em xwîşk û bira giş di wir de radizan. Dîwarên xaniyê malê tev rastbûn, xilîxar nebûn. Lê dîwarekî ku aliyê şehîd dinêre de, yalê erdê kevirek mîna niçikekî derketibû. Dibe ku beriya çêkirinê jî ew kevira li wir bûye, nikaribûne rakin û wusa hîştine. Hin caran ji bîra me diçû û ew kevira dibû ber seriya me, bi gotineke din; balgiyê me dihate ser wî kevirî. Wexta serê kî/ê bihate ser wî kevirî, êdî wê şevê ji wî/ê re xew tunebû. Heta sibê xewnên nexweş, kabîs û h.w.d. Gelek caran jî di xewnê de dengek dihat; digot "ra vê derê ranezê". Em jî radibûn, me dewsa serê xwe diguherand û dîsa radizan. Ev serpêhatî, serpêhatiya me xwîşk û bira tevan e.


Dibe ku hin xwendevanên gundê me û vî şehîdî nasnakin bêjin 'Nîhat mirovekî welatparêz e lê ji xurafeyan bawer dike', lê hûn bawer bikin ku, min di derbarê şehîd de şahidiya gelek tiştan kiriye. Min bi kurtî qala hinekan kir.


27.08.2016
Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder