14 Ağustos 2020 Cuma

Ali Yıldırım Hakkın Rahmetine Kavuştu

 Köylümüz Hacı Said Yıldırım'ın (Heci Seidê Heso) oğlu İhsan Yıldırım'ın oğlu Ali Yıldırım (26) misafir olarak gittiği Almanya'da nehre girmesi sonucu boğularak Hakkın rahmetine kavuştu.

3 Temmuz 2020 Cuma

Lihevanînek

Hecî Nisretê rehmetîyê Hecî Ûsiv, wexta xort bûye nav nayê gotinê, dilê xwe dixe qîzeke gundê me. Keçik jî dibîhîze dilê xwe xistîye wê, lê dilê keçikê jî ketîye yekî din.

20 Haziran 2020 Cumartesi

H. İbrahim Hakkın Rahmetine Kavuştu

Hacı İbrahim Akdeniz, sabaha karşı Hakkın rahmetine kavuştu. Merhuma Allah rahmet, ailesi ve yakınlarına baş sağlığı diliyoruz.

9 Haziran 2020 Salı

Edile Yıldız Hakkın Rahmetine Kavuştu

İbrahim Yıldız'ın eşi Edile Yıldız (d.1952) 9 Haziran akşamı Hakkın rahmetine kavuştu.

1 Haziran 2020 Pazartesi

Xwedavêrdîyê gundîyê me çawa sax bû?

Ecemekî gundê me hebûye, kurê Selam bûye. Navê wî yê rastî nizanim lê ji ber bûyerekê ji wî ra gotine Xwedavêrdî ango Xwedê dayî. Mala Îsmaîlê Emo, berê mala wî bûye.

1 Mayıs 2020 Cuma

Remzîyê gundîye me çawa hate kuştinê?

Berê gundîyên me hemasa çûne yalîyê Wanê, Ebexê wan deran pez, dewar kirîne, anîne van deran firotine. Hecî Hemîdê Şeo digot gundîyên me alvêr (danûstendin) hînî milletê vî bajarî kir. Îja ecemên gundê me jî ji kurdan hîn dibin, ew jî diçine alvêrê.

9 Nisan 2020 Perşembe

WALÎ

                                                                 
Çemê Mûradê erdê gundê me, Sofyan, Bîrka û Qezer ji hev diqetîne. Qasî duhezar-sê hezar dekar erdê gundê me li ser sînorê Sofyan, Bîrka û Qezer dimîne. Me ew erdê ser sînorê wan gundan maye ra digot, Walî. Yanî erdê li wî aliyê Mûradê maye. Heta ava Mûradê daniya hodax derbasî wê derê nedibûn. Ji ber wê heta meha Hezîranê ew der jixweber qorix dima. Walî mîna mêrgê qorix heta ber çoka gîha radibû.

5 Mart 2020 Perşembe

Kela Qazi'ye ne oldu?

Bir köyün tarihi yazılmadığı zaman, ne kadar eski bir yerleşim yeri olduğu ancak köydeki tarihi yapılardan tarihi tahmin edilir.

27 Şubat 2020 Perşembe

Zarê xelqê şev mezin dibin

Li gundê me biwêjek heye, dibêjin "zarên xelqê şev mezin dibin', ji bona zarokên ku bi zû mezin dibin tê gotinê. Carekê em biçûk bûne, bavê min destê me hersêk birayan digire û dibe çayîra Çelê.

18 Şubat 2020 Salı

Axçîka ku Melle Evrehman xwest ku xelas bike

Dema ku min xwe nas kir, ango wexta ku ji zaroktîyê ber bi xortanîyê diçûm, meraqa min gelekî li ser dîrokê hebû; dîroka însana, ya kurdan, ya Redkan, ya gundê me û ya malbata me. Di derbarê eşîr, gund û malbatê da tu tiştê nivîskî yê ku ez dest bavêjimê tunebû. Ez naxwazim nifşên piştî me jî li rastî heman tiştan bên. Ji ber wê dixwazim hin tiştên nivîskî bihêlim.

25 Ocak 2020 Cumartesi

DIRÛNGE

                                                                   
Bîst-bîstpênc sal berê li gundê Qazî weke her gunda pir pez xweyî dikirin. Malê xweyî pez gelek bûn. Malê ku pez xweyî dikirin ji deh-panzdeh zêdetir pezê wan hebû. Sê demsalê salê; bihar, havîn, payîzê gundî şivan digirt qasî şesed-heftsed pezî ji gund derdiket. Li der û dora gund, li erdê gund diçêrandin. Şevê havînê pez li guherê dima. Çimkî gomê pêz germ dibûn, ji ber germê pez sitar nedibû. Yanî sê demsal ji bo xweyîkirina pêz qe nedibû tengasî.

21 Aralık 2019 Cumartesi

Bu gece ÇILÊ MEZIN'a girdik.

Bu gece yani 21 Aralık'ı 22 Aralık'a bağlayan gece, Çilê Mezin'ın başlangıcıdır. Kürtlerin genelinde de köyümüz Kazlıda da bu tarih, asıl kışın başlangıcıdır.

19 Aralık 2019 Perşembe

Em îro ketine çille

Li gotî hesabê Kurmancîyê; Îro ango bîstê mehê da payîz xelad dibe, dikeve çille mezin.

1 Aralık 2019 Pazar

Köy Tarahinden Bir Ders

Eskiden Hacı Haydar Akdeniz'in (Heci Heyderê Sofi Sılo) şuanki camiinin yerindeymiş. Abdulkerim Özdemir'in evi de, yine bugünki evinin yerindeymiş.

26 Kasım 2019 Salı

Bahara jina Emerê Nado jineke jîhatî bûye

Rehmetîya Bahara jina Emerê Nado, ji eşîra Azîzî bûye. Hê jî li gund behsa pêşkê wê tê kirinê. Jineke him jîhatî him jî bi esil bûye.