Ev lîstika jêrê ya ku ezê qala wê bikim, lîstikeke biçûktiya me ye. Wexta em biçûkbûn, kalikê min bi me re ev lîstika ku navê Pariyê Çivîkê ye dilîst.
Kalikê min çopekekî biçûk dikere nava desmala xwe ya qatkirî, bi herdu pêçiyên xwe ve desmal mîna devê çivîkê dikir û digot: "tu bikaribî bi devê xwe ve parî ji nava desmalê derxî, ezê evqas pere bidim te"
Divê mirov bi lez zimanê xwe bavêjê, parî hilde û zimanê xwe kaşke. Ku mirov zû zû zimanê xwe kaşneke, çivîk dê zimanê mirov bigire û kit bike.
Kitkirina çîvîkê jî, bi herdu pêçiyan ve kivişandina ziman e. Ku çivîka xeyalî (pêçiyên kalikê min) ziman bigirta, heya hinekî neêşanda, bernedida. Ku neêşiya, ez dê dîsa biçûma diziya pariyê çivîkê yê xeyalî.
Ku dilê kalikê min bixwesta, min dikaribû parî hildim. Lê dilê wî nexwesta, ne pêkan bû.
01.03.2016
Nîhat Öner
deste we sağbe her hebi...
YanıtlaSil