15 Şubat 2016 Pazartesi

Îmdat çi tîne serê Edlanê Gewrê?

Îrfanê birayê wî bi Edlanê Gewrê re rê naçe, Edlan jî diçe giliyê Îrfan li Îmdatê Ahme (Akdenîz) dike û dibêje:

- Êdî îdara min ji destê Îrfan nabe, tiştekî bike.

Îmdatê Ahme jî dikeve rex wî û bi laqirdiyan ve ji Edlanê kêm texte re dibêje:
- Ezê ji Îrfan re niviştekî bikim, dê aqilê xwe bixwe û bibe dîn.

Edlanê Gewrê dibêje:
- Hey rehmet li dê û bavê te be, ku tu tiştekî wusa bikî ez ê zef şabibim.

Îmdat diçe tasek av tîne, dixe bilebil û dibêje 'min ser de xwend' û avê dide Edlanê Gewrê û jê re dibêje:
- Evê avê bibe û bide Îrfan, piştî ku wî ev av vexwar êdî xêra wî tune.

Edlanê Gewrê dibêje:
- Baş e. Îja ezê çawa vê avê wî bidim vexwarin?

Îmdat jî serî de Edoyê kurapê Edlan û Îrfan re xeberdaye û plana xwe ji wî re gotiye. Îmdat ji Edlanê Gewrê re dibêje:
- Ezê bêjime Edoyê Mesûdê, dê xêra dê û bavê xwe alîkariya te bike. Bira Edo were mala we, wexta Îrfan av ji te xwest, bira Edo şartêla cêranê bigire, tu jî avê bîne û bide Îrfan.

Dizî Edlan, her tiştî ji Îrfan re jî dibêjin û êvara wê Edo diçe mala wan.

Îrfan dibêje:
- Kuro Edlan ra ji min re avakê bîne.

Çawa ku Îrfan wusa dibêje, Edo çavê xwe ji Edlan re diqirpîne û radibe şartêlê digire. 

Edlan avê tîne, dide destê Îrfan, Îrfan bi, qestîka avê dinêre û dibêje:
- Kuro ev ava çima wusa şêlî ye?

Edlanê Gewrê ditirse û dibêje:
- De vexwe lo, şêliya çi tu jî vira va.

Îrfan avê vedixwe, çend deqqe derbas dibin, qestûka ve beste beste xeberdide û dibêje:
- Kuro çi li min hat, çima ez wuha xeber didim?

Edlanê Gewrê dibêje:
- Hê ev çiye, tu bisekine tê niha gûyê xwe bixwî.

Ji devê: Bahadînê Îsmet (Akdenîz)
Nivîsandin: Nîhat Öner

16.02.2016

 Edlanê Gewrê (yê çepê) û Qisêyê Senemê
Îrfan

Bahadînê Îsmet

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder