Ûsivê Meşedî merivekî gelekî bi quwet û hêz bûye. Li gorî gotina gotiya, bejna wî bi qasî du mêtreyan, her zendekî wî bi qasî neqa zarokeke biçûk qalind bûne. Heta roja ku bimire jî tim li ser xwe bûye û ser xwe miriye.
Rojekê Xizir Eleyselam tê xewna wî û dibêje "Ezê quweta bîst gamêşan bidime te. Lê divê tu sira xwe ji kesî re eyan nekî, ji kesekî re behda vê xewnê nekî." Xizir, di xewnê de quweta bîst gamêşan dide Ûsivê Meşedî, Ûsiv ji xewê hişyar dibe, dixwaze xwe biceribîne. Çavê xwe li rast û bestan digerîne û zindarekî mezin dibîne, çawa xwe dide zindar, zindar mîna kevirekî biçûk hildide û quloz dike. Piştî wê, êdî têdigêhêje ku xewna wî rast bûye.
Gundiyên me digotin "Ûsiv merivekî bas û bê zerar bû, loma Xizir ew xelata da wî." Bi rastî ji mirovekî baş û bê zerar bûye. Ûsiv xewna xwe gelek salan ji kesekî re nabêje, sal sal nav û dengê Ûsiv û quweta wî li gundên dev û doran belav dibe. Herkes dibêje "Li guındê Qazî merivek heye, xwedê ser quweta wî va, quwet nedaye tu însan î" Rojeke ewlê biharê, çemê Mûradê radibe, Ûsiv ga dide pişta xwe û bi Mûradê re derbas dike. Herkes şaş û metel dimîne. Carekê jî kulfetora motorê dide ser pişta xwe û tîne gund.
Pênc birayên wî hebûne; Îskender, Îbrahîm, Îsmet, Têmir û Memet. Ev şeş bira, kurê Semetê Meşedî ne. Ûsiv û Îskenderê birayê xwe ve car caran gulaş digirin, digotin "gulaşên wan herdu bira wusa bûn ku, êdî erd di binê wan de ji starê diket. Herduyan jî nikaribûn pişta hev bînin erdê. Bi seatan, heta herdu jî ji taqet diketin, gulaşa wan dewan dikir."
Dîsa li gorî gotina gotiya; Ûsiv, ji herkesî re neçûye paletiyê. Malên zilimkar, ziyankar û fesat heznekiriye tu caran. Ji birçîna bimira jî, tenê merivên baş re diçû paletiyê. Rojekê dîsa ew yekî gundiyekî me ve, bi hev re diçine paletiya malekê. Her pale, zeviyê bi ga ve cot dikin. Ber bi nîvro gayek diweste û nameşe, Ûsiv li ga dixe û ga dimire.
Ûsiv hevalê xwe re dibêje:
"Gayek mir ma yek. Ez ê niha xwe li dewsa gayê mirî girêbidim, tu bi qamçiyê ve yekî li minxe."
Ew jî dibêje: "Xwedê jê razî, tu mezin î, ka ezê ça li texim?"
Ûsiv dibêje: "Tu min nexî, ez ê li texim."
Ew dîsa Ûsiv naxe, Ûsiv bi qamçiyê ve yekî wusa dide wî, ew meriva hew dizane cîgera wî şewitî.
Ûsivê xwe li dewsa gayê mirî girêdide, ew a yekî dide Ûsiv. Ûsiv dibêje:
"Min çawa li te xist, tu jî wusa li min xe. Ku te wusa min nexist, ez ê bême dora te."
Êdî dirtise û qamçiyeke zexm li Ûsiv dixe. Ûsiv heta êvarê bê rawestan, zeviyê cot dike.
Em dîsa werin mesela Xizirê ku hatibû xewna wî; Sal û zeman derbas dibin, rojekê Gewrê ya jina wî ji wî re dibêje:
"Ev quweta te ji ku tê, tu çima ji min re nabêjî?"
Ûsiv jî merivekî baş bûye, nikaribûye derewan bike. Gewrê re dibêje: "Xizir hate xewna min û quweta bîst gamêşan da min."
Ûsiv xewna xwe dibêje, sêhr betal dibe û êdî quweta xwe ya berê nabîne. Lê dîsa jî, di quwetê de tu merivî nikaribûye avê birêje destê wî.
Îro kur û neviyên wî jî wusanin.
Nîhat Öner
21.02.2016
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder