Rojeke reş bû, ewr û esman topî serê gund bûbûn. Roj bûbû şev, zarê piçûk pêşa dayîkên xwe digirt, tirseke isa ketibû çavên zara, qêrîna wan qêjîna wan dikete guhê mirov.
Mezinên gund digotin "Ziya hatiye ser gund, heta mirovekî hilnede, naçe" Tirseke mezin ketibû çavên zara, jina. Ziya mîna bobelîskeke mezin bû, navbera gundê me (Qazî) û Sofyanê de li ser Bicixa hêdî hêdî berjêrî erdê dibû. Reşbû, mezinbû, tirsbû, zar revîne malên xwe, gundiyan gişkan derê malên xwe dadan, hetta bobelîska Ziya, li ser gund rabû.
Rojeke reşbû, em piçûkbûn, Ziya li ser gund bû.
Saîm Akbulut
11.02.2016
Nîşe: Li gor baweriya me Kurdên Serhedê; Marek deh salan xwe ji însanan veşêre, ew dibe Ziya û diçe asîmanan. Tê gotin ku Ziya li asîmanan bi zincîran ve girêdayî ye. Dema zincîra wî biqete û were dinyayê, dikare di carekê de malekî bixwe (N.Ö).
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder