Bahadînê Îsmetê Hisê (Akdenîz) şahidiya gelek bûyerên ku kêm kes bibînin kiriye. Li Lîça mezin a ku dikeve rojhilatê gundê me marek dîtiye ku serê wî, bi qasî çaydanek mezin e, mar li peyê wan ber bi gund diçe, paşê mecbûr dimînin û mar dikujin. Di Kurdan de baweriyek heye; dibêjin tîrejên rojê li marê mirî xe, mar dîsa zindî dibe. Ji ber wê, Bahadîn mar dikuje, lê dema dixwaze marê pir mezin nîşanî kurapê xwe bike, lehiyeke wusa destpê dike ku rast û bestên gund giş di binê avê de dimînin.
Ezê ji devê Bahadîn dewam bikim:
"Li jêra Lîça Mezin zeviyeke xalanên min hebû, wan ji gund bar kiribû û me zevî direşand. Wê salê me zevî kiribû silq (pincar). Wan salan ji Lîçê aveke bi qasî Çemê Mûradê dihat. Min wê rojê zevî bi ava Lîça Mezin ve av dida, piştî nîvro min dît ku gundiyên me pêşiya Mûradê çix birîne, berê avê dane aliyekî din û masiyan digirin. Min jî got ez dê jî herim, ez çûme Lîçê, min got ezê berê avê ber bi cihekî din biguhurînim û herime masiyan. Ez çûme cihê çavkaniyan, min berê avê guhast û ber bi jêrê meşiyam. Wexta ez hatime jêrê, min dît ku ew ava gur, dikeve qulikekê û diçe. Av bi qasî çemê Mûradê yê îroyîn bû lê, qulik tu carî tijî nedibû. Min dît ku qulik tijî nabe, min got ezê herime masiyan û paşê bêm binêrim ka qulik tijî bûye yan yan?
Min av wusa li ser qulikê de hîşt û ez çûme masiyan. Bi qasî sê-çar saetan me masî girt, paşê min dîsa berê xwe da zeviyê. Ez hatime jêra Lîçê, tişta ku min dît ez şaş û metal hîştim; hê qulik tijî nebûbû, gure gura avê bû diçû qulikê.
Min dît ku qulik tijî nabe, dîsa min av berî ser zeviyê da. Heta êvarê min zevî av da, êvarê bavê min hat û got:
-Bahadîn bes e, berê avê biguhurîne û em herine malê.
Min berê avê guhirand, piyên min pêxas bûn. Ez ku ber bi solên (pêlav) xwe çûm, min dît ku marek; Mar bi qasî sê-çar (dibe ku zêdebe jî) mêtreyan dirêj bû, lê serê wî bi qasî çaynîkekî (çaydank) mezin bû. Me dît ku mar pir mezin e, min firset nedît ez solên xwe pêkim, bavê min solên min hildan, em ber bi gund zû bi zû meşiyan. Ez pêxas bûm, kelem û çopik piyên min re diçûn û gelekî diêşandin. Min xwest ku em bisekinin û ez solên xwe pêbikim, min dît ku ew marê mezin, mîna merivekî hêdî hêdî li peyê me ber bi gund tê. De me got dê hinekî were û paşê nayê. Lê ew her dihat, kelem û çopik piyên min re diçûn, piyên min diêşiyan û gelekî hêrsa mşn dihat. Min dît ku mar peyê me bernade, min bêfehmiyeke mezin kir û bi bêra li cem xwe ve mar kuşt. Min bi bêra tûj ve çawa ku da pişta wî, mar di cihê xwe da. Min dikir û nedikir, serê wî jênedibû. Min bi bêra tûj ve dayê dayê dayê, paşê serî jêbû. De tu jî dizanî dibêjin 'gereke tav li marê mirî nexe'. Li hindera Çayîra Hecî Seîdê Heso me çalek veda û mar çalkir.
Min sibetirê Felemezê kurê apê xwe yê Hesen re behsa wî marê mezin kir, Felemez got:
- Em herin lê binêrin.
Me berê xwe da ber bi çayîrê, çawa ku em ji gund derketin, ewr û asîmanan wusa girt ku tiştekî nedîtî. Felemez got:
-Bareneke zef mezin dê bibare, were em îro vegerin, emê sibê bên û lê binêrin.
Em çawa ku vegeriyane gund, baraneke wusa destpêkir ku rast û bestên gundê me giş bûbûn av. Bostanê Hecî Esoyê Ûsoyê Tirşik (Aslan) li jêra gund bû, her der wusa bûbû gol ku, Hecî Eso diqêriya:
-Hewar hewar min xelas bikin, ezê bixeqim.
Piştî çend rojan, golên li rast û bestên gund giş kişiyan û erd zuha bû. Zeviya me ya silqê, hin cihên wê tije qûm bûbû, hin cih jî bûbûn çal. Ew cihên ku bûbûn çal, silq milq nemabû, ew cihê ku lêwiyê qûm anîbû jî, silq giş di binê qûmê de mabû. Me qûm davît û wusa qilw derdixist.
Li cihekî bûbû çal jî, kevirekî bi qasî du-sê mêtreyan derketibû rûyê erdê. Tê bêjî kevir, bi destan ve birîbûn. Min kir û nekir kevir ji cihê xwe neliqî. Min çû trektor anî, kinderekî zexm avîte nava kevir û xwest kevir ji wê derê dûr bibim û binê kevir binêrim. Min kindir girêda, lê bavê min hat û nehîşt ez kevir li wê derê kaşî cihekî din bikim. Got:
-Tê motorê (trektor) bişkênî.
Ez rojekê çûme şeher (Agirî), min Qederê kurxalê xwe re got:
-Lêhî hat û di zeviya we de selekî mezin derket.
Qedir jî rojekê hevalekî xwe dibe gund û wî kevirî nîşan didê. Hevalê wî dibêje:
-Kevire, em vegerin û herin.
Çend roj piştî wê, hinek hatibûn û kevir ji wî cihî biribûn cihekî din û kevir jî keştî bû. Êdî kî bû, hevalê Qedir bû yan na, em jî nizanin. Lê ez bawer dikim ku di binê wî kevirî de tişt hebûn. Çimkî wî kesî paşê ji xwe re çend dikanên Agiriyê yên herî biha kirîn û aboriya wî ji nişka ve zef baş bû."
Bîranînên Bahadînê Îsmet (Bahattîn Akdenîz)
Nivîsandin: Nîhatê Xalitê Hecî Ûsiv (Nîhat Öner)
16.02.2016 - Stenbol
Bahadînê Îsmetê Hisê (Akdenîz) - Wêne: ji dewata wî (sêvê davêje serê bûkê)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder