9 Şubat 2016 Salı

Di baweriya me de pişîka reş

Di baweriya me Kurdên Serhedê de gelek taybetmendiyên pişîka reş hene. Li gorî baweriya me, meçêtir (cin) tim dikevine qilêxê pişîka reş. Dibêjin serokên meçêtiran dikevine dilqê peşîka reş. Ji ber wê Kurdên li Serhedê (dibe ku herêmên din jî) pir ji pişîka reş ditirsin. Bi rastî jî wexta em zarokbûn, dema me pişîka reş didît tirs û sawa wê dikete ser me.


Beriya ku ez qala Meta Mesûde û pişîka reş a ku bi wê re xeber dida bikim, ez ê qala wexneke xwe ya biçûktiyê bikim.

Li pişt mala me ya gund, ziyaretek heye û gundiyên me jê re dibêjin 'şehîd'. Ez nizanim ew şehîda/n kî/ê ye, kengê miriye (kes nizane), lê di biçûktiya xwe de min tim xewnek didît;

Di xewnê de ez ji mala Apê Xalto dihatim, pişîkeke reş an jî kûçikekî zef mezin li hindera şehîd dida dû min. Ez bi hemû hêza xwe ve direviyam lê, ez tim di ciyê xwe de dimam. Ew qasî zû direviyam lê gavekî jî pêş de nediçûm. Çiqasî direviyam jî, tim di ciyê xwe  bûm. Tam pişîk dihate ku min bigire, ez diqêriyam û şiyar dibûm. Ya ku dida peyê min carina dibû kûçik, lê bi piranî pişîka reş bû. Min ev xewna di biçûktiya xwe de ji sed carî zêdetir dît. 

Evqas sal derbas bûn, lê ez hê jî tu wateyê nadim wan xewnên xwe.


Em werin mesela Meta Mesûde û Pişîka Reş;

Dema zaroktiya me de, nava gund tijî bûbû û herkesî digot 'Pişîkeke reş heye û tim bi Mesûdê re xeber dide'. Meta Mesûdê sond dixwar û digot 'Pişîk bi min re xeber dide'. Ew ê mesela xwe ya bi pişîkê re jş herkesî re digot.

Min çend roj beriya vê, mesela wê pişîka reş neviyê Meta Mesûde Firat pirsî. Firat bi dil û can digot; 'Baş tê bîra min, em biçûkbûn pişîkeke reş li mala li ser mînderê rûniştibû û pîrka min a Mesûde re got 'dayê'.

Herkesî digot peşîka reş, Mesûdê mîna diya xwe dibîne û bi wê re xeberdide.


N.Ö
10.02.2016

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder