22 Şubat 2016 Pazartesi

Ez Derweşê te ti Edûla min

Eşqa te mîna eşqa Derwêş û Edûlê bû
ez çıiqasî benda te bûm
mîna hêviya baharê
mîna gul sosinê binê berfê
ez çiqasî aşiqê te bûm

mîna ewrê baranê
mîna dengê erd û esmana
ey Qazî dengê dilê min
ti bûyî Edûle
ez bûme Derweşê te
deşt û çiya şahidê min e
ez hêviya te
ti hêviya min
derdê dilê min
ronahiya rojê
dîroka min e kûr
rûmeta dilê min
de were
de were vî agirê dilê min sarbike
ez Derweşê te ti Edûla min
Qazî ....

....Saîm Akbulut

22.02.2015

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder