7 Şubat 2016 Pazar

Şerê Heso û Eliyê Emo bi Eceman re

Uso (Yusuf Aslan) Heso (Hasan Yıldız) ve birayên hev in, Elî (Ali Öner) jî kur apê wan yê heq e. Bavê Heso, Uso ve Eslan e, bavê Elî jî Emo ye. Emo Eslan ve birayên hev in.
Wexta hê ji Îdirê nehatibûn, hersêk bi hev re diçine ber pêz yan dewarên xwe. Li ber gundekî Eceman heywanan diçêrînin, li wè derê Ûso bi şivê ve tiştên di bostan de reşandî bi kokê ve radike. Heso, Elî ve dibêjin:
"Ûso wusa neke, tu radikî û naxwî jî. Ecem werin dê me re şer bikin."

Ûso dibêje:
"Ecem werin dê çi bikin?"

Ûso dîsa bostanê eceman talan dike ku, ji nişka ve bi qasî pênc, şeş eceman tên. Ûso direve, Heso, Elî ve tenê dibînin.

Herdu kurap pişta xwe didin hev û bi eceman re şer dikin. Lêdixin serê eceman giştan dişkênin.
Heso, Elî ve tên girtin, wan davêjin girtîgehê Ûso tê dibêje:
"Teyî hûn ça hatin girtin, ezê niha herim tev jinên we razêm."

Herdu jî dibêjin:
"Kuro me sewa te lêxist serê eceman keştand, tu çawa wusa dibêjî?"

Herdu jî wusa dibin ji hêrsa dîn dibin.

Nihat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder